Pêvek:soranî-kurmancî/y
Ev beş dê were berfirehkirin.
Y y
[biguhêre]-y 1) -ya, -yê: rojnamey rojane rojnameya rojane; mamostey kurdî mamosteyê kurdî
-y 2) wî, a wî, ê wî, ya wî, yê wî; wê, a wê, ê wê, ya wê, yê wê: malekey mala wî / wê; dengekey dengê wê / wî
ya yan, an
yad bîranîn, yad
-yan wan, a wan, ê wan, ya wan, yê wan: malyan mala wan; dengyan dengê wan; zorbeyan pirraniya wan
yanê ango, anku, yanî, yanê, ye'nî
yarmetî alîkarî, harîkarî, arîkarî, harî, arî
yasa qanûn, zagon, yasa
yasayî qanûnî, zagonî, yasayî
yaxud yan, an, yan jî, an jî
-yeha: deyeha bi dehan
yek yek, êk (jimare 1)
yektir hev, hevdu, êkûdu
yekgirtû hevgirtî, yekgirtî
yekî tir yek din, yek dî
-yn paşqertafek e carinan şûna "em ...in" digire: ebeyn em dibin, edeyn em didin, ekeyn em dikin
-yne -no, -yno, gelî …yan: birayne birano, birayno, gelî birayan