Pêvek:soranî-kurmancî/c
C c
[biguhêre]ca îca, vêca, vêga, ca, ce, cevêca
cacik benîşt, cûyek, 'ilk, bênîşt, cûyok
calcaloke tevnpîrk, tevnepîr
cam 1) şûşe, cam; pencere; neynik, awêne, qotîk
cam 2) tirar (amanek / firaxek madenî yê avpêvexwarinê)
cambaz akrobat, fenaker; hîlebaz, fêlbaz, cambaz, cembaz
car car, neql
~ û bar carinan, hin car, car-car, car û bar
car danezan, daxwiyanî, îlan, ragihandin
caran 1) caran 2) berê
Sovyetî ~ Sovyeta berê
carbilaw belavok
caris bêzar, tengezar, mehtil, aciz, bêçare
casûs 1) sîxur, zêrevan, casûs 2) pêşnerî
cax tan, dîwarê darîn / textîn
cebeş zebeş, şitî, jebeş, şûtî
Cecal Decal
cefen fabel, çîrok, dastan
cehenem doje, cehenem, agiristan, dojeh, dozex
cehêl genc, nûgihayî (bi taybetî keç)
cejn cejn, şahî, roşan, roja taybet: cejnî newroz cejna newrozê; eyd: cejnî remezan eyda remezanê
cejnepîroze pîrozname, karteya pîrozkirinê
celad serbirr, celad
celd çist, çeleng, ziring, fêris
celeb celeb, ker, birr, koma terş û tewalan yan dewaran
cemawer cemahir, cemawer, girseya gel; temaşevan, guhdar
cemat, cema'et cemat, cema'et, koma mirovan
cemedanî şaşik, cemedanî, serlav
cenab: Cenabit çon e? Tu ya / yê hêja çawan î? Cenabê te çawan e? Cenabtan le kiwêwe dên? Hûn yên hêja / berkeftî / delal ji kû ve tên?
cencer cencere, gêre
ceng ceng, şerê çekdarî
cenge gupik, lûtke, gupîtk, cihê herî bilind
cengel, cengelistan dehl, rêl, devî, dehlûdirr, dehlistan, cengel, daristana asê
cengene dawênpîs, bênamûs, beredayî
cengewestan agirbest, rawestandina şer bo demekê daku danûstandin bên kirin
cer
cerbeze çist, çeleng, ziring, fêris, têkoşer, destbişol, hewldêr
cerde keleş, talanker, şelîner
cerdeyî şelandin, talankerî, keleşî
ceretaw şêlav, ava şêlû / şêlî
cerg cerg, mêlak; ceger, dil
~ sûtan dil şewitîn / sotin
cergsûtaw dilşewitî, dilsotî
cergqayîm dilreq, dilqayîm
cerîme ceza, siza
ceste (1) birr, çeşn, ker, celeb, çîn, sinif, ser
~ kirdin sinifandin, sefandin
~kiraw sinifandî, sefandî
ceste (2) cendek, leş, gewde, kelex
cew cew, birreka hiriyê mihan yan mûyê bizinan; cew, birreka çeqên darên rez
cewal çewal, tûr, tûrik, têrr, telîs, torbe
cewan ciwan, xort û zerî, keç û kur
cewere tengasî, tengavî, rewşa dijwar / kembax
cewher resenî, cewer, gewer, cewher
cext koşîn, têkoşîn, liberxwedan, lêxebitîn, cehd
ceynik cênîk
ceyran xezal, ask
cezo, cezwe cezwe, qehwedank, qawedank
cê cî, cih, war; nivîn, cihê nivistinê / razanê / raketinê; şûn, dêlv
~becê licî, bicîkirî
~ be cê kirdin bi cî kirin; bi cî anîn
~ nişîn hatin şûnê, ciyê yekî girtin
be ~ man li cî man, li cihê xwe man, pêş neketin; paşve man, pê re negehan, negihiştinê
cêbecêkirdin bicîanîn, bicihînan
cêdar nûner, cîdar, temsîlkar
cêga, cêge cî, cih; şûn
cêgir cîgir, cihgir
cêgîr cîgîr, cihêxwegirtî
cêjn cejn, şahî, roşan, roja taybet, eyd
cêmaw paşmayî, peymayî, lipaşmayî, birêvehiştî; bermayî, mîras
cêwaz cuda
cibexane cebilxane
cifte 1) mûkêşk, mûçink 2) tiwîzer, pens, pense
cige bil, xeyn, bilî
~ le ji bil, ji bilî, bilî, xeynî, ji xênî
bê ~ ji bil, ji bilî, bilî, xeynî, ji xênî
bê ~ le ji bil, ji bilî, bilî, xeynî, ji xênî
cilew lixav
cilewdar serkêş, pêşewa, elît
cilfir goc, destgoc, bêzever, jênehatî, neşê, bêkêr
cim liv, lebat
ciman livîn, lebitîn; leqîn, qeliqîn, leqihan
cimandin livandin, lebitandin; leqandin, qeliqandin; seferber kirin
cimk cêwî, cêmk, hevalcêmk, cotik, cêmik
cimş cejn, şahî, şehyan, roşan
cin cin, ecin, "yên ne ji me"
cinêw dijûn, xeber, sixêf, buxtan, devavêtin
cinîn ker kirin, hûr kirin, parçe-parçe kirin
cinoke cinok, ecinok, cinên biçûk
circ curd, koremişk
cirît rim
cirpin goc, destgoc, bêzever, jênehatî, neşê, bêkêr
cirûkan çûçîn (dengê çivîkan / çûçikan)
cirîwan 1) biriqîn, teyisîn (ronahiya stêran)
cirîwan 2) çûçîn (dengê çivîkan / çûçikan)
cirûciyazî hûrûmûr, pertal
cisn (r) resen, orîjînal, heqîqî, rasteqîne; (n) binyat, ejdad, serekanî
ciwamêr camêr, ciwamêr, qenc; xweşmêr, çeleng, fêris, egîd, gernas, wêrek
ciwan spehî, delal, bedew, xweşik, can, ciwan; genc, ciwan, xort, gênc
ciwanbext merd, comerd, destvekirî
ciwanega canega, gayê ciwan / negihayî
ciwanke xweşik, delal, balkêş
ciwankele xişkok, delalok, xweşkok
ciwanûesp, ciwanemayîn canîk, hespê / mehîna ciwan / negihayî
ciwê cihê, cuda, têvel, ferq
ciwêçeşn cihêreng, têvel, ciyawaz, cudaçeşn
ciwên dijûn, xeber, sixêf, buxtan, devavêtin, gotinên kirêt
cixz xirrxal, çember
ciya cuda, cihê, têvel
le ~ we cuda, jê cuda, bi serê xwe
ciyabûn cudabûn
ciyabûnewe jêcudabûn, jêvebûn, jêparçebûn
ciyabûnewexwaz cudaxwaz, jêcudabûnxwaz, separatîst
ciyabûnewexwazî cudaxwazî, jêcudabûnxwazî, separatîzm
ciyawaz cuda, têvel, cihêreng
ciyawazî cudahî; cihêrengî
ciyawazey... cudayî..., ferq e li gel...: Ciyawazey bawerîman e Cudayî baweriya me ye, Bi baweriya me re ne yek e, Ferq e li gel baweriya me
ciyaxwaz cudaxwaz
ciyaxwazî cudaxwazî
cizm beş, parçe, pişk, babet
cîhan dinya, cîhan, zemîn; gerdûn, kaînat
cîhangeraw dinyadîtî, pirrdîtî
cîhanî dinyayî, cîhanî, ya / yê hemû dinyayê
cîhaz cihaz, alav, amûr; pergal, sîstem, dezgeh
cîm navê pêncem tîpa alfabeya kurdî-erebî, berginda tîpa c ya kurdî-latînî
cînçik piç, piçek, piçokek, pirt, pirtek, pirtok, pirtkokek
cîqne rîxik, pîsatiya firindeyan
cîr çirr
cîran çîrrîn, dengê çîrr-çîrr jê hatin (bi taybetî dema derî têt vekirin yan girtin)
cîrandin çîrandin, dengê çîrr-çîrr jê anîn
cîwe sîmav, nemed, cîwe, cive
coga, cogele co, cok, coya avê, kenal
colane colank; hêsk, hejandok; landik, dergûşan
com şeq, qelş, derz, derk, cihê qeliştî / qelişandî
comerd camêr, ciwamêr, qenc; xweşmêr, çeleng, fêris, egîd, gernas, wêrek; merd, comerd, destvekirî
conî conî, cuhnî, kevirek bo hûrkirina dan bi qutanê
coq nîr, nîrik, zincîr
core birr, celeb, core, çeşn, teşîd, çeşît
cork tûr, tûrik, torbe, telîs, têrr
coş coş, germî
cotyar cotkar, cotyar
cum'e în, eynî, înî, cum'e, roja xutbeyê, ji rojên hefteyê ya piştî pêncşemê û berî şemiyê
cunge pif, dengê nizm mîna hewa ji ber tiştekî biçe
cur- nêre-: curekew nêrekew, curebaz nêrebaz, curepiyaw mêrê mêran, nêremêr
cuxrafya erdnasî, zemînnasî, coxrafya
cû cuhî, mûsewî, yehûdî
cûce çûçel, mirîşk
cûcele çûçelk, mirîşkok, çûçik
cûk, cûke (dengê) çirpeçirp; (dengê) çîpeçîp
~ kirdin çirpîn, çirpeçipîn, çirpeçirp; çîpîn, çîpeçîpîn, çîpeçîp kirin
cûkandin [-cûkên-] çirpîn, çirpeçipîn, çirpeçirp; çîpîn, çîpeçîpîn, çîpeçîp kirin
cûkî cadû, pîretewt
cûlan livîn, lebitîn, qeliqîn, leqîn, leqihan, liqîn, liqliqîn, hereket kirin, ji cihekê hatin yan çûn, cihê xwe guherandin; colîn, li hewa livîn, hejîn; bizaftin
cûlandin livandin, lebitandin, qeliqandin, leqandin, liqandin, liqliqandin, hereket lê kirin, ji cihekê birin yan anîn, cihê tiştekî guherandin; colandin, li hewa livandin, hejandin
cûle, cûlanew liv, lebat, qelq, bizav, tevger, hereket, bizûtnewe
cûlekan cuhîgeh, taxa cuhiyan, ghetto
cûn [-cû-] cûn, cûtin
cût cot 1) cot, (dijw. kit, tek, tenê) 2) cot, cotkarî, cotyarî, karûbarê kêlan û çandina zeviyan
~ ajotin cot kirin, zevî kêlan, cot ajotin, zevî ajotin
cûtbendan demsala cotkirinê
cûtdar cotkar, cotyar
cûte zîtik, cotik, pêndanîna bi herdu paşpiyan / lingên piştê
~ lê dan zîtik avêtin, cotik lê dan