Pêvek:soranî-kurmancî/j
Xuyakirin
J j
[biguhêre]Soranî | سۆرانی | Kurmancî |
---|---|---|
jaj | ژاژ | jaj, giyayek e têkilî nav penîrê vexewixandî dikin û jajî jê çêdikin |
jajik | ژاژک | benîşt, qajik, ilk, jajik, qaçik, cûtek |
jakan | ژاکان | (cil) qirmiçîn, qermiçîn, qurmiçîn; (gul) çilmisîn |
jakandin | ژاکاندن | (cil) qirmiçandin, qermiçandin, qurmiçandin; (gul) çilmisandin |
jakaw | ژاکاو | (cil) qirmiçî, qermiçî, qurmiçî; (gul) çilmisî |
jalle | ژاڵە | jale, kerkujk, darek yan deviyek jehrî ya her-şên e bi gulên geş yên spî yan pembe (pîvazî) yan sor |
jan | ژان | jan, êş, azar, ezyet |
jandar | ژاندار | jandar, bijan |
janeser | ژانەسەر | janeser, serêşî, êşîna serî |
janesik | ژانەسک | zikêşî, êşîna zikî |
jar | ژار | jar, jehr, jehrî, zehr |
jaraw | ژاراو | jarav, jehrav, ava jehrî |
jarawî | ژاراوی | jarawî, jehrawî, bijar, bijehr, jehrkirî |
jarber | ژاربەر | jarber, jehrber, antîtoksîn |
jark | ژارک | (gulûgiyayên) pirrsalî, gulûgiyayê di salekê de namirin lê zivistanê di bin berfê ve dimînin û dîsan biharê jiyana xwe didomînin |
jarqende | ژارقەندە | jarqende, jehrqende, nîkotîn |
jarûjeng | ژارووژەنگ | rikmane, dijberî, kerb, kîn |
jawejaw | ژاوەژاو | dengûdor, qerebalix, geremol, dengên bilind û tevlihev |
jek | ژەک | (şîrê) terrezak, şîrê yekem yê piştî zana sewalan. Ji şîrê terrezak ne mast lê firû wiha çêdibe: şîrê terrezak têt germkirin û bêyî bêt hêvênkirin dihêlin ta bicemide û piştî cemidî têt xwarin. |
jem | ژەم | 1) xwarin, zad (t ya danek / demek diyar, wek: taşt / firavîn / şîv) 2) xizmet; alîkarî 3) bicîkirin; bicîanîn |
jemk | ژەمک | mastê dew jê çêdikin |
-jen | -ژەن | -jen, paşdankek e bo çêkirina peyvên nû bi wateya "ya / yê lê dide": defjen defjen, kesa/ê li amûra muzîkê defê dide, deholljen deholjen, kesa/ê li deholê dide |
jendin | ژەندن | 1) jenandin 2) şilqandin 3) hejandin; qeliqandin, livandin, lebitandin |
jeng | ژەنگ | jeng, zeng, jengarî |
jengar (1) | ژەنگار (١) | jengar, jengdar, zengar, zengdar, jengî, bijeng, tişta bandora jengê lê bûye |
jengar (2) | ژەنگار (٢) | birrek hejîran e |
jengallî | ژەنگاڵی | şînî tarî, şînî xwerû |
jengawî | ژەنگاوی | jenggirtî, jengawî, tişta di bin jengê ve maye |
jengdar | ژەنگدار | bn jengar |
jengin | ژەنگن | bn jengawî |
jenîn | ژەنین | bn jendin |
jeqnebût | ژەقنەبووت | ziqnebût, darek bi fêkiyê jehrewî ye. Herwa wek peyvek tal yan nifrîn yan dijûn têt bikaranîn û wateya wê nêzî "quzilqurt" û "jehremar" e |
jêr | ژێر | bin; jêr |
jêrberan | ژێربەران | derazînk, bilindeka li ber deriyan |
jêrçepoke | ژێرچەپۆکە | serşorr, ruhkole, neazad, neserbilind |
jêrdest | ژێردەست | bindest, neazad, neserbixwe, kesa/ê / welatê û hwd yê di bin destê hinên dî ve |
jêrdestî | ژێردەستی | bindestî, rewşa yên bindest tê de dijîn |
jêrewe | ژێرەوە | jêrve, berev jêr, ber bi aliyê jêrî / binî ve |
jêrewenan | ژێرەوەنان | ji bin ve rakirin, ji bin ve pûç kirin, ji reh û rîş ve hilkişandin, ji qop hilkêşan |
jêrîn | ژێرین | bn jêrû |
jêrkenare | ژێرکەنارە | jêrenot, binnivîsk, nîşeyên / ravekên / şiroveyên li binê her rûpelî yan li dawiya nivîsarê bi tîpên hûr tên danîn |
jêrpê | ژێرپێ | binpêk, kursîka mirov rûniştî piyên datîne ser daku xwîn li piyên bilindkirî bigerre |
jêrpiyalle | ژێرپیاڵە | binkask, binpiyalok, sênîkoka piyaleyekê / fincanek datîne tê de daku cihê kefçikê têkvedanê û belkî şekira kabik hebe û belkî ji ber germiya çayê û germbûna piyaleyê baştir e mirov li şûna piyaleyê dest biavêje wê sênîkokê ku jê re binkask tê gotin |
jêrser | ژێرسەر | balguh, balîf, balîfk, binserk |
jêrtîp | ژێرتیپ | bintîp, kontrol, dîsîplîn |
jêrû | ژێروو | jêrî, jêrîn, binî; başûr |
jêrûzeber | ژێرووزەبەر | serobin, tevlihev |
jêrzemîn | ژێرزەمین | binerd, binax |
jêrzemînî | ژێرزەمینی | binerdî, binaxî |
jilêwandin | ژلێواندن | şarandin, lê sor kirin, kiş kirin, kişkişandin |
jilêwe | ژلێوە | kiş, kişkirin, şarandin, lêsorkirin, kişkişandin |
jimar | ژمار | jimar, hejmar; hesab |
jimardin | ژماردن | jimartin, hejmartin, hijmartin |
jimare | ژمارە | jimar, hijmar, hejmar, nimre, reqem |
jimaregir | ژمارەگر | jimaregir, hesabgir, kesa/ê karê jimartina / hesabkirina lêçûn û dahateyan dike |
jimaregirî | ژمارەگری | jimaregirî, hesabgirî, jimartina / hesabkirina lêçûn û dahateyan |
jimareyî | ژمارەیی | jimareyî, jimarî, tiştê bi jimaran / hejmaran e |
jimarkar | ژمارکار | jimarkar, makîneya hesabkirinê |
jimarko | ژمارکۆ | hiljimar, statîstîk, jimarko |
jimaryar | ژماریار | bn jimaregir |
jimêre | ژمێرە | jimêre, di matematîkê de beşa jimare û jimartina wan |
jin | ژن | jin, pîrek, kabanî, kevanî, jinik |
jinane | ژنانە | jinane, mîna jinan; ya / yê / yên jinan |
jinanî | ژنانی | jinanî, jinok, serjin, jinik, nemêr, nezelam |
jin-be-jin | ژن-بە-ژن | pêguhorkanê, jin-bi-jin (t dema zavayek xwişka xwe dide birayê jina xwe û wa du malbat li hev tên bêyî ku next / qelen ji hev bistînin) |
jineşa | ژنەشا | şabanû, jina şah / padişah / qral / melik |
jinewtin | ژنەوتن | bn bîstin |
jinêtî | ژنێتی | jinî, jinîtî, jinbûn |
jinxuşk, jinxwişk | ژنخوشک، ژنخوشک | diş, xwişka jina kesekî |
jiwan | ژوان | bn juwan |
jiyan | ژیان | jiyan, heyat; jîn |
jiyanewe | ژیانەوە | vejîn, vejiiyan, dîsan sax / jîndar bûn, dîsan geş bûn |
jiyandin | ژیاندن | jiyandin, wa parastin ku sax bimîne; bi hestekê / di rewşekê de jiyan |
jiyandinewe | ژیاندنەوە | vejandin, vejiyandin, dîsan jîndar / geş / sax kirin |
jiyanî | ژیانی | jiyanî, hindî jiyanê giring |
jiyar | ژیار | jiyar, bingehîn, pirr giring / fer / mihim |
jiyarî | ژیاری | jiyarî, debara / îdareya jiyanê |
jî | ژی | bn jiyan |
jîhatin | ژیھاتن | pêşketin, peresîn, firajî |
jîjk | ژیژک | bn jîşk |
jîlemo | ژیلەمۆ | xwelî (t ya germ / sor) |
jîn | ژین | bn jiyan |
jîname | ژینامە | jînname, jiyanname, jînenîgar, bîbliyografî, çîrokjiyan, çîroka jiyana kesekê/î |
jîndar | ژیندار | jîndar, sax, nemirî; saxlem |
jîndarî | ژینداری | jîndarî, saxî, nemirinî; saxlemî, tenduristî |
jîr | ژیر | 1) jîr, ya / yê dikare / dişê (zû yan bi asanî) tê bigihe / fam bike 2) aşt, tena, rehet, tebitî, vehewayî (t zarok dema nagirî) |
jîrane | ژیرانە | 1) jîrane, bi jîrî, wek jîran 2) aştane, tenayane, wek yên aşt / tena |
jîrbêj | ژیربێژ | jîrgo, (mirova/ê) bi mantiqî / lojîkî karên xwe dike |
jîrbêjane | ژیربێژانە | jîrgoyane, wek jîrgoyan |
jîrbêjî | ژیربێژی | jîrgoyî, mantiq, lojîk |
jîrî | ژیری | 1) jîrî, hêza / şiyana têgihîna / famkirinê (t zû yan bi asanî) |
jîrkele | ژیرکەلە | aşt, tena, rehet, tebitî, vehewayî (t zarok dema nagirî) |
jîşk | ژیشک | jûjî, jûje, jîjo |
jîwar | ژیوار | jîwar, pozîsyon, rewşa / pileya mirovek di jiyana xwe de tê de |
jîy... | ژیی... | bn jiy... |
jor | ژۆر | bn jûr |
juwan | ژووان | jivan, soz, randevû, hevdîtin, dîdar |
juwanga | ژووانگا | jivangeh, hevgeh, cihê hevgînê, cihê gihiştina hev |
jûr (1) | ژوور (١) | ode, mezel, hode, çavî, jore |
jûr (2) | ژوور (٢) | jor, serî, silal; bakur; super |
jûran | ژووران | demsala nivistina / raketina / razana li hindirr, dijw. heywanan |
jûrewe | ژوورەوە | hindirr, jor, jorve, hundurr |
jûroçke | ژوورۆچکە | çavî, hucre, odek, odeya biçûk |