Here naverokê

Marie Antoinette

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Marie Antoinette
Navê rastî
Maria Antonia Josepha Johanna Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
Maria Antonia Josepha Johanna Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

2 çiriya paşîn 1755 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hofburg Palace Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin16 çiriya pêşîn 1793 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
place de la Concorde Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêDecapitation by guillotine li ser wîkîdaneyê biguhêre(Cezayê mirinê)
Cihê goristanêBasilica of Saint-Denis Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîFransa, Habsburg monarchy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Arîstokrat li ser wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Queen Consort of France Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Louis XVI of France (1770–1792) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partner
  • Axel von Fersen the Younger Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Marie-Thérèse, Duchess of Angoulême
  • Louis Joseph, Dauphin of France
  • Louis XVII of France
  • Princess Sophie of France Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Francis I, Holy Roman Emperor Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Maria Theresa of Austria Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Armand Gagné (adopted son)
  • Jean Amilcar (adopted son)
  • Ernestine Lambriquet (adopted daughter)
  • "Zoë" Jeanne Louise Victoire (adopted daughter) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MalbatHouse of Habsburg-Lorraine Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Order of the Starry Cross Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Marie Antoinette an Maria Antonia Josefa Johanna (jdb. 2ê sermawezê 1755 - 16ê kewçêrê 1793) wekî jina Louis XVI hevsera paşîn a şahbanûya Fransayê bû, hema berî ku Şoreşa Fransayê destpê bike.

Marie Antoinette bi navê Maria Antonia ya Awistiryayê ji dayik bû û zaroka paşîn û keça herî piçûk a împerator Maria Theresa û Francis I bû. Di gulana 1770an de di 14 saliya xwe de bi Louis XVI, Dauphin ê fransayî yê yekem re zewicî. Di 10ê gulanê 1774 de, mêrê wê wekî Louis XVI çû ser text û ew bû şahbanû.

Wek şahbanû, Marie Antoinette di nav gel de nedihat ecibandin; Li gorî lîbelên fransî (Les Libelles) wê jiyanek xûrdewar derbas dikir[1], bêhêz bû, xwedî zarokên neqanûnî bû û sempatî ji dijminên Fransa re - wek ji welatê wê Awistirya re - nîşan dida. Di dema Şoreşa Fransayê de, ew wekî Madame Déficit (Xatûna Kêmkirinê) hate nas kirin. Di heman demê de, ew li dijî reformên civakî û darayî bû, yên ku ji hêla Anne Robert Jacques Turgot û Jacques Necker ve wek çareserî hatibûn pêşniyar kirin.

Gelek bûyer di dema Şoreşê de bi Marie Antoinette ve hatin girêdan, piştî ku hukûmetê di cotmeha 1789an de malbata padîşah li Qesra Tuileries xist bin hepsa malê. Hewaldana revînê ya wê ya di hezîrana 1791an de bo Varennes û rola wê di Şerê Hevbendiya Yekem de pir zirarê da rûyê wê yê di nav welatiyên fransî de. Di 10ê tebaxê 1792 de, êrîşa li ser Tuileries malbata padîşah neçar kir, ku xwe li meclîsê bigirin, û ew di 13ê tebaxê 1792 de xistin hundirê Girtîgeha Temple. Di 21ê îlona 1792 de, Fransa wek komar hate ragihandin û keyanî hate hilweşandin. Louis XVI di 21 çileya 1793 de bi giyotînê hate îdam kirin.

Dadgehkirina Marie Antoinette di 14ê cotmehê 1793 de dest pê kir; Du roj şûnda, ew ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve bi xiyaneta mezin hat mehkûmkirin û di 16ê cotmeha 1793an de li Place de la Révolution di dema Şoreşa Fransayê de bi gilyotîn hat serjêkirin.

  1. ^ "NOVA Blogs Site | Just another WordPress site". web.archive.org. 20 nîsan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 20 nîsan 2011. Roja gihiştinê 11 îlon 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)