Peymana Nû
Xuyakirin
Peymana Nû navê beşeke pirtûkên pîroz ên xristiyanan e. Peymana Nû beşa diduyan a Kitêba Pîroz (Încîl) e; beşa pêşî Peymana Kevin e. Încîl ji qurmê (ra, kok) peyva EUANGELION a bi zimanê yewnanî tê. Mana wê Mizgînî ye. Încîl ji gelek pirtûkên cur bi cur pêk tê.
Peymana Nû bi kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wergereke Peymana Nû tevî Peymana Kevin ji aliyê weşanxaneya GBV-DILLENBURG li Eschenburg, Almanya hat pêk anîn. Wergêr Mehmet Sait Alpaslan (Seîdê Dêwreş) û Resul Yildirim (Resûlê Qereqoçanî) bûn. Pirtûk di tebaxa 2004'an de derket û ji 1340 rûpel pêk te.
Încîl, yanî Mizgînî (Peymana Nû) di sala 2005'an de bi zimanê Kurmancî ji aliyê "Kitab-ı Mukkades Şirketi" ve li Stembolê hatiye derxistin. Wergêr Felat Dilgêş bû.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mizgînî (Încîl bi Kurmancî)
- Încîl bi soranî Girêdana arşîvê 2004-12-15 li ser Wayback Machine
- Bingehên Incîlê
- http://kitabimukaddes.com