Muz
Xuyakirin
Muz | |
---|---|
![]() | |
Perestvan | mîtolojiya yewnanî ![]() |
Zayend | Mê ![]() |
Agahiyên kesane | |
Jidayikbûn | |
Dê û bav | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Muz an jî mûse (bi yewnaniya kevnare: Μοῦσαι, Moúsai) li gorî mîtolojiya yewnanî periyên ilhamê ne. Keçên Zeus û Mnêmosînêyê ne. Zeus û Mnêmosînê tekiliyên cinsî kirin û paşî ew li herêma Pierîayê ji dayik bûn. Neh caran hatin ba hev Zeus û Mnêmosînê, piştî salekê dûcaniyê neh keçên wan çêdibe.[1]Rêberê wan Kalîopê ye.
Muzên mîtolojiya yewnanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Her yekê sembola hûnerekî an jî yên zanistekê ye:
- Kalîopê (helbesta epîk)
- Klio (dîrok)
- Euterpê (muzîk û helbesta stranan)
- Erato (helbesta evînî)
- Melpomenê (trajedî)
- Polîhîmnia (helbestên dînî)
- Terpsîxorê (dans)
- Talia (komedî)
- Ûranîa (astronomî)[2]
“ | ...Neh xwişk bûn ew, tenê strîn bû karê wan... | ” |
— Teogonîa (50) - HÊSÎODOS |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]![]() | Ev gotara têkildarî mîtolojiya yewnanî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |