Şerê Sovyet û Efxanîstanê
Şerê Sovyet û Efxanîstanê | |
---|---|
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Beşdar |
|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Şerê Sovyet-Efxanî pevçûnek çekdarî ya demdirêj bû ku di navbera 1979 û 1989 de li Komara Demokratîk a Efxanîstanê (KDE) ya di bin kontrola Yekîtiya Sovyetê de qewimî.
Şer pevçûnek mezin a Şerê Sar bû, ku tê de Yekîtiya Sovyetê, KDE û komên paramîlîter ên hevalbend li dijî mucahidên efxanî û şervanên biyanî yên hevalbend şerekî berfireh derbas kirin. Mucahid ji aliyê welat û rêxistinên cihêreng piştgirî standin, lê bi piranî ji Pakistan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (wek beşek ji Operasyona Cyclone), Keyaniya Yekbûyî, Çîn, Îran û dewletên ereb ên Kendava Farsê dihatin piştgirî kirin. Tevlîbûna hêzên derve ev şer kir şerê wekaletê di navbera DYA û Sovyetê de.
Pevçûn li seranserê salên 1980î bi piranî li bejahiya Efxanîstanê pêk hat. Di encama şer de nêzîkî 3,000,000 efxan hatin kuştin, bi milyonan kesên din jî wek penaber ji welatê xwe reviyan; piraniya efxanên ku ber bi derveyî welêt hatine koçberkirin li Pakistan û Îranê pena bûn. Nêzîkî 6,5% heta 11,5% ji nifûsa berê ya Efxanîstanê - qasî 13,5 mîlyon kes (li gorî serjimara 1979) - di pêvajoya şer de hatine kuştin.
Şerê Sovyet û Efxanistanê li seranserê Efxanistanê bû sedema wêrankirina giran, û ji hêla zanyaran ve wekî faktorek girîng ji bo hilweşîna Yekîtiya Sovyetê tê qebûl kirin, ku bi fermî dawî li Şerê Sar anîbû. Şer bi gelemperî wekî "Viyetnamê Yekîtiya Sovyetê" jî tê binav kirin.
Wêneyê keçeke efxan yê bi navê Afghan Girl bû sembola qurbaniyên vî şerî , ku bandorek mayinde li muzîk û wêjeya cîhana rojava kir.
Dîroka şer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şer bi dagirkirina Efxanîstanê ji aliyê Sovyetê, yê ku di bin fermandariya Leonid Brezhnev de bû, destpê kir. Armanca fermî piştgirîkirina hikûmeta alîgirê Sovyetê bû, ya ku di dema Operasyona Storm-333 de hatibû bicihkirin. Bi dagirkirina Efxanistanê gelek ceza û ambargo ji aliyê civaka navneteweyî ve li ser Yekîtiya Sovyetê hatin sepandin. Leşkerên Sovyetê bajarên mezin ên Efxanistanê û hemî rêyên sereke yên veguhestinê dagir kirin. Di heman demê de mucahidîn bi komên piçûk li seranserê 80% welêt - ku bi taybetî ji deverên gundewarî yên çiyayî pêk dihat - şerê gerîllayî kirin. Sovyetê ne tenê bi milyonan tepînk li seranserê Efxanistanê çandin, lê hêza xwe ya hewayî jî ji bo şikandina berxwedana Efxanîstanê û li dijî sivîlan bikar anî. Wan bi hezaran gund hilweşandin da ku mucahid nikaribin xwe veşêrin, bendavên sereke yên avdanê wêran kirin, û serî li rêbazên din ên wêrankirinê jî dan.
Hikûmeta Sovyetê di destpêkê de plan kiribû ku bi lez bajar û rêyên sereke yên Efxanîstanê ewle bike, hukûmetê aram bike, û hemî hêzên xwe yên leşkerî di nav şeş meh û salekê de vekişîne. Lê belê ji ber ku rastî berxwedaneke dijwar a gerîlayên efxan hatin, wan li deverên çiyayî zehmetiyên mezin dîtin. Di nîvê salên 1980î de, bi qasî 115,000 leşkerên Sovyetê li Efxanîstanê peyda bûn û şer li seranserê welêt belav bûbû. Tevliheviya hewildana şer berdêlek giran li Yekîtiya Sovyetê kir ji ber ku çavkaniyên leşkerî, aborî û siyasî her ku çûn kêmtir bûn. Di nîvê sala 1987ê de, rêberê Sovyetê yê reformîst Mîxaîl Gorbaçov ragihand ku artêşa Sovyetê dê dest bi vekişîna tevahî ji Efxanistanê bike.
Pêla dawî ya veqetandinê di 15ê gulanê 1988ê de dest pê kir, û di 15ê sibatê 1989ê de, stûna dawî ya leşkerên Sovyetê derbasî Ûzbêkistana Sovyet bû. Bi berdewamiya piştgiriya derve ya Sovyetê, hukûmeta KDE li dijî mucahidan şerek bêserketî meşand, û ev pevçûn veguherî Şerê Navxweyî yê Efxanistanê. Lêbelê piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di kanûna paşînê 1991ê de, hemî piştgirî ji komarê re hate kişandin. Bi vê yekê KDE hilweşiya, hikûmet kete bin destê mucahidîn û di sala 1992ê bû sedema dûwemîn şerê navxweyî yê Efxanistanê.