Hereke

hêşînê vekirî: fethe (ser), keskê vekirî - kesre (jêr)
sor - demme (ber), qehweyî - sukûn
hêşîn - teşdîd (şedde), mor - hemze
Hereke (bi erebî: حَرَكَة, lat. ḥaraka) di alfabeya erebî da nîşankên ku di şûna dengdêran de têne bikarhanîn. Jixwe di alfabeya erebî de, herf dengdar in.

Bikarhanîna herekeyan di Quranê de û di hînbûna zimanê erebî de tê bikarhanîn. Ji bilî vî, di kitêb û rojnameyan da bi gelemperî hereke bikar nahên. Di metnên bê hereke da divê meriv zimanê erebî baş bizanibe ta ku bikaribe bixwîne û fehm bike.
Sîstema herekeyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sîstem di sedsala 11an de ji aliyê Xelîl ibn Ehmed (el-Farahidi) ve hatiye sazkirin.
Di sîstema herekeyan da 8 işaretên bingehîn hene: fethe (ser), kesre (jêr), demme (ber), tenwîn (du ser, du jêr, du ber), sukûn (cezm) û teşdîd (şedde).
Fethe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Fethe (فتحة) (bi kurdî wek ser tê zanîn) nîşanka ku li ser herfê tê xêz kirin û hinekî xwar e.
Herfa ku fethe li ser e, bi dengê eya kurdî (aya kurt a erebî) dide xwandin.
Kesre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Kesre (كسرة) (bi kurdî wek jêr tê zanîn) nîşanka ku li binê herfê tê xêz kirin û hinekî war e.
Herfa ku kesre li bin e, bi dengê i dide xwandin.
Demme
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Demme (ضمة) (bi kurdî wek ber tê zanîn) nîşanka ku li ser herfê tê xêz kirin û mîna fiyonkê ye.
Herfa ku demme li ber e, bi dengê u dide xwandin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |