Antoni Gaudí
Antoni Gaudí | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 25 hezîran 1852 |
Mirin | 10 hezîran 1926 Barselona |
Sedema mirinê | Rûdana tramweyê (Qezaya ku mirin tê de) |
Cihê goristanê | gora Antoni Gaudí |
Hevwelatî | Spanya |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Antoni Gaudí i Cornet (z. 25ê hezîranê 1852an - 10ê hezîranê 1926an) mîmarekî ketelan bû ku wekî yek ji pêşengê herî mezin ê modernîzma ketelanî tê zanîn.[1] Karên Gaudí xwedî şêweyek pir kesane ne û stîla wî wek sui generis tê binavkirin. Piraniya xebat û avahiyên wî li Barselonayê ne, tevî xebata wî ya sereke, dêra Sagrada Família.
Gaudí di hemû jiyana xwe de bi mîmarî, xweza û olê re eleqedar bû.[2] Wî her hûrguliyên afirandinên xwe plan kir û seramîk, xalîçe, karkirên hesinî û yên din xiste nav. Di amadekirina materyalan de wî teknîkên nû jî, wek teknîka trencadís, afirand û bi vî rengî perçeyên seramîk ên wêran bikar anî.
Di bin bandora hunera neogotîk û teknîkên rojhilatî de, Gaudí bû beşek ji tevgera modernista ya ku di dawiya sedsala 19an heya destpêka sedsala 20an de gelek serketî bû. Wî bi karê xwe modernizmê pêşxist û îlhama xwe ji şêwazên organîk û formên xwezayî girt. Gaudí pir kêm planên berfireh ên karên xwe xêz dikir û li şûna wê tercîh dikir ku wan wekî modelên 3D biafirîne.
Karê Gaudí îro gelek populer e û hê jî dibe bingeha lêkolînên mîmaran. Karê wî yê sereke wî perestgeha Sagrada Familia, ku hê jî nehatiye xilaskirin, monumenta herî ziyaretkirî ya Spanyayê ye.[3] Di navbera salên 1984 û 2005 de, heft karên wî ji hêla UNESCO ve cîhên mîrasa cîhanê hatin ragihandin. Baweriya wî ya katolîk-romayî di jiyana wî de binhegîn bû û bi dîmenên cuda di karên de xuya dibe. Ji ber vê yekê wî navê paşnavê "Mîmarê Xwedê" [6] wergirt û bû sedema tazîza wî.[4][5]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Antoni Gaudí". Wikipedia (bi îngilîzî). 24 kanûna paşîn 2023.
- ^ [https://web.archive.org/web/20111011204937/http://arquba.com/monografias-de-arquitectura/gaudi-mecanica-y-forma-de-la-naturaleza/ "GAUD�: MEC�NICA Y FORMA DE LA NATURALEZA - ARQUITECTURA Y CONSTRUCCION"]. web.archive.org. 11 çiriya pêşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 çiriya pêşîn 2011. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
{{cite web}}
: di|sernav=
de di cihê 5 de replacement character heye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "La Sagrada Familia de Barcelona ultima los preparativos para su apertura al culto. lavozdigital.es". web.archive.org. 4 çiriya pêşîn 2011. Ji orîjînalê di 4 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
- ^ "God's architect on road to sainthood". the Guardian (bi îngilîzî). 11 tîrmeh 2003. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
- ^ Andrea Klettner2010-11-04T10:19:00. "Pope's visit could fast-track Gaudi sainthood". Building Design (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)