30ê kanûna paşîn
Xuyakirin
<< | Kanûna paşîn 2024 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 |
8 | 9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 |
15 | 16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 |
22 | 23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 |
29 | 30 | 31 | ||||
Rojên salê |
Bûyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdistan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1950 – Kovara Şark Mecmuası ji aliyê Musa Anter û Şêxmus Elçî ve hate weşandin.
Cîhan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1648 – Di navbera Holenda û Spanyayê de peymana Münsterê hate girêdan û şerê heşt salan bi dawî bû.
- 1847 – Navê bajarê Kalîforniyayê Yerba Buena weke San Francisco hate guhertin.
- 1933 – Adolf Hitler desthilatdariya Almanyayê zemt kir.
- 1942 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên Japonyayê girava Ambonê zemt kirin.
- 1944 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên amerîkî li Majuroyê bi cih bûn.
- 1948 – Serokê efsanewî yê Hindistanê Mahatma Gandî, ji aliyê hindiyekî bi navê Nathuram Godse ve hate kuştin.
- 1956 – Mala serokê tevgera mafên mirovan ê li DYA'yê, Martin Luther King, rastî erîşa bombeyî hat.
- 1972 – Pakistan, ji Komeleya Gelan a Brîtanî veqetiya.
- 1982 – Yekemîn vîrusa komputerê ji aliyê Richard Skrenta ve hate nivîsandin.
- 2003 – Belçîkayê zagona zewaca hevzayendan hate pejirandin. Bi vê re Belçîka piştî Holendayê re bû dewleta duyem ku ev maf dabû mirovan.
Jidayikbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1882 – Franklin D. Roosevelt, serokdewletê 32em ê DYA'yê
- 1927 – Sven Olof Joachim Palme, serokwezîrê Swêdê
- 1955 – Judith Tarr, nivîskara amerîkî
- 1966 – Andrey Skoch, Cîgirê Dumaya Dewletê ya Federasyona Rûsyayê, xêrxwaz [1][2][3][4]
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1948 – Mahatma Gandî, serokê efsanewî yê Hindistanê
- 1969 – Dominique Pire, keşeyê xwediyê Xelata Nobelê
Cejn û salveger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre](Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara ji bo rojeke salê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |