Sentrîol
Xuyakirin
Sentrîol beşekî sentrozoma xaneyên ajalan e. Ji xeynî xaneya ajalan, kevzên kesk ên avê, riwekên bê tov û protîstên yek xaneyî yên bi rîşik(cilium) an ji yên bi dûçik (flagellum) jî sentrîol li nav xaneyên xwe digirin. Sentrozom ji du sentrîol û çend cureyên proteînan pêk tê. Bi kurtasî sentrîol di nav sentrozomê de cih digire. Neh sêmendên mîkrobul bi şeklê sîlînderî sentrîolek çêdikin. Ango sentrîolek ji 27 mîkrotubulan pêk tê. Bandora sentrîolan li ser dabeşbûna xaneyê û çêbûna rîşik û dûçikê xaneyê de heye.