Kursîpalek
Xuyakirin


Kursîpalek, kursiyên mezin, paldank, palgehên mezin mobîlyayeke sereke ya malan e. Him ji bo rûniştandinê, him jî paldan, ponijîn, raketin, veketin û vezelînê ne.
Bi bandora pişavtina kurdî niha li Bakurê Kurdistanê qoltix dibêjin ku ev ji romî (tirkî) derbas bûye.
Cureyên kursîpalekê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kursîpalek, kursiya mezin a bo yek kesê û navê giştî yê paldankên dişibin kursiyê ye.
- Paldank, kursîpaleka mezin a bo du-sê kesan (an zêdetir) e. Hin ji wan vedibin û bo xewê tên amadekirin, ji wan re paldankên dibin nivîn tê gotin.
- Paldankên dibin nivîn. Li Bakurê Kurdistanê bi tesîra romî (tirkî) jê re çekyat dibêjin.
Dîroka kursîpalekan ne pirr kevn e, lewra berê terişandina daran dijwan û biha bû. Tenê key, mîr û dewlemendan dîwanên xwe bi kursîpalekan dixemilandin. Bi pêşketina teknîkê ve niha di pirraniya malan de hene.
Ji Ewropayê bêhtir, asyayî bikartînin. Lewra ewropayî ji xemlê û rehetiyê bêhtir bala xwe didin praktîkî, hijyen û erzaniyê. Bi rastî jî pakijxwedîkirina kursîpalekan dijwar e, dem û kedê divê.