Hulîçal
Hulîçal | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Aves |
Kom: | Falconiformes (an Accipitriformes, q.v.) |
Famîle: | Accipitridae |
Cins: | Circus |
Cure: | C. macrourus |
Navê zanistî yê latînî | |
Circus macrourus S. G. Gmelin, 1770 | |
Hulîçal an bazê zerik (Circus macrourus), cureyekî baziyan (Accipiteridae) e.
Belavbûn û warên sirûştî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hulîçal li herêmên başûrê rojhilatê Ewropayê û Asyaya Navîn (weke li Îranê û li rojhilatê Kurdistanê)[1] ferx û hêlîn dike, lê li Hindistan û li başûr-rojhilatê Asyayê zivistanê derbas dike. Hulîçal li çolên ziwa û zeviyên vekirî dijî.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dirêjiya hulîçalê di navbera 40-48 cm û tevî baskan di navbera 95-120 cm. Giraniya hulîçalên nêr nêzî 315 g û ya mê nêzî 445 g e. Hulîçalê mê ji yê nêr girs û girantir e. Rengê beşê banî yê hulîçalê nêr gewrê vekirî an gewrê sipî ye û sipî li binê wê ye. Rengê mê qehweyî teve sipî li beşên banî ji laşê wê û ser dûvikan. Baskên hulîçal dirûj in bi serikên reş.
Xwarin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hulîçal nêçîra guhandarên biçûk, qirtîş û çûkan dikin.
Hêk û hêlînkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hêlînên hulîçalan li ser erdê tên çêkirin û hulîçalên mê ji çar heta şeş hêkên spî dikin.
Pêşangeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Museum specimen
Xwendina pêşve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Forsman, Dick (1995) Field identification of female and juvenile Montagu's and Pallid Harriers Dutch Birding 17(2): 41-54
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b "Iran's Birds - Pallid Harrier". Iran deserts. Roja gihiştinê 02 adar 2013.
{{cite web}}
: Nirxên tarîxê kontrol bike:|tarîxa-gihiştinê=
(alîkarî) - ^ BirdLife International (2012). "Circus macrourus". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2012.1. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 16 tîrmeh 2012.