Here naverokê

Şewata Kalîforniyayê 2025

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Agirê Palisades ku di 7ê kanûna paşîn a sala 2025an de li Playa Vistayê derketiye.

Şewata Kalîforniyayê rêzeke şewatên mezin e ku di 7ê kanûna paşîn a 2025an de li herêma metropola Los Angeles, Kalîforniya, Dewletên Yekbûyî û deverên derdorê dest pê kiriye. Agirê ku di 7ê kanûna paşîn de dest pê dike, ji ber bayê tund û bi lez mezin bûye û li gelek deveran, nemaze li Palisades, Eaton, Hurst û li Sunsetê bûye sedema wêraniyeke berfireh.[1][2] Hatiye ragihandin Bayê Santa Ana ku bûye sedema berfirehiya şewatê li hinek deveran leza bayê gihiştiye 130 km/s ê.

Heya 11ê meha kanûna paşîn hejmara kesên ku jiyanê xwe ji dest dane gihiştiye 27 kesan.[3] Ji ber leza bayê ku li Los Angelesê hêza xwe zêde kiriye agir berfireh bûye û nêzîkî 10 hezar xanî û avahî ji ber şewatê hatine hilweşandin. Rayedarên Los Angelsê ji ber şewatê hewl dane nêzîkî 60.000 avahiyên li herêma şewatê vala bikin. Herwiha ji ber metirsiya şewatê zêdetirî 180 hezar kes ji herêma şewatê hatine derxistin.[4] Şewatan bi taybetî bandoreke zêde li ser binesazî, xanî û li jîngehê kiriye. Ev bûyer wekê yek ji mezintirîn karesatên şewatê ye ku di dîroka herêmê de hatiye tomarkirin.

Li gorî Yekîtiya Parastina Şewatê ya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yek ji sedemên sereke yên êgir birûsk e ku li seranserê Dewletên Yekbûyî wekê yek sedemên serekeyê şewatê hatiye dîtin.

Pêşveçûyîna bûyeran

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

7ê kanûna paşîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Garrett, Mary Gilbert, Monica (7 kanûna paşîn 2025). "Wildfires are breaking out in Southern California as the 'most destructive windstorm' in over a decade hits". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2025.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/world/110120251
  3. ^ "tibet-selfimmolation-death-toll-rises-to-25". Human Rights Documents online. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2025.
  4. ^ "The rampant wildfires consuming vast swathes of Los Angeles have forced around 180,000 people to evacuate". www.euronews.com. Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2025.