Here naverokê

Şerê Troyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şerê Troyayê
  • Şerê mîtolojîk
  • operasyona leşkerî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
Dema bidawîbûnê
Beşdar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şerê Troyayê di mîtolojiya yewnanî û dîroka kevnar de ji ber revandina Helenê jina Menelaos a ji aliyê Parîsê Troyayî ve dest pê kiriye. Di navbera Aka û Troyayiyan qewimiye.

Şewata Troyayê - Adam Elsheimer (sedsala 17em)

Pevçûn piranî derdora bajarê Troyayê çêbûye lê şer ji bo dîroka hemû Anatolyayê û Yewnanistanê pir girîng bûye. Teferuatên şer dû destanên Homêrê de hatiye gotin. Navê wan destanan Îlyada û Odîseya ye.

Zeus ji bo zewaca Tetîs û Pêleûs dawetek çêdike û gazî Erîs nake. Erîs jî aciz dibe û ji bo hevrikî çêbe, sêvek dişîne dawetê û ser da dinivîse "ji xwedawenda herî spehî re". Hevrikî navbera Hêra, Afrodîtê, Atênayê derdikeve. Her sêyan jî xwe herî spehî dihesibandin. Zeus ji bo hevrikî biqede her sê xwedawenda dişîne li prensa Troyayê Parîsê. Parîs sêvê dide Afrodîtê ra.[1] Afrodîtê ji bo dîyariyê evîna "jina herî xweşik" Helenê dide Parîsê. Parîs diçe Spartayê Helenêyê dibîne û dilê wê jî dikeve. Hev ra direvin têne Troyayê. Mêrê Helenê Menelaos û kekê Menelaos Agamemnon vê heqaretê qebul nakin û hemû hezên Yewnanistanê kom diken û dimeşin ser Troyayê. Alîyên din ve Keyê Troyayê Prîamos jî hêze hemû Anatolyayê di bajarê Troyayê kom dike. Şer nêzîkê bajarê Çanakkaleyê diqewime. Çanakkale navbeynê behra ege û behra reş de ser cihekî stratejîk e. Navbera Ewropa û Asyayê jî wezîfa pirê dike. Ji ber wê yekê şer gelek encamên girîng aniye ser hole.

Keyaniyên beşdarî şer bûyî û cihê jidayîkbûna navdarên şerê Troyayê

Berê zayînê nezîkî sala 2000 û piranîya Anatolyayê ya qewmê Hîtîtan bû. Bajarê Troya yê jî bin otonomî ya Hîtîtan bû. Hîtît ji vê bajarê ra digotin Wilusa. Mîmariya bajêr jî dimêne piranî mîmariya Hîtîtan. Berê zayînê nêzîka hezar salê de Hîtît bihêz ketin û şer ji bo Troya yê nêzîk bû.

Troya xwedî surên herî başê dinyayê bû. Tê zanîn ku tirkevanên Troyayê yên herî başê dinyayê bû.

Li gorî çavkaniyên kevnar û mîtolojiyê de di nav şer de tenê keyaniya Troyayê tine bû. Hin keyaniyên din yên Anatolyayê, Keyaniya Etîyopyayê û jinên Amazonan beşdarî hêzên Troyayê bibûn.

Jinên Amazonan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî hin çîrok û cîvanoka Qewmê Amazonan jî beşdarî Şerê Troyayê li aliyê hêzên Troyayiyan bû. Qewmê Amazonan tenê ji jinan pêk dihatin. Dihat bawer kirin ku ji aliyê bakurê Anatolyayê dijiyan. Tê texmîn kirin ku çaxê kolonîzasyona behra reş hin warên heremên behra reş çîrokên wisa derket holê an jî çandekî din derbasî çanda yewnanî bûye.

Aka li Yewnanistana kevnare da qewmekî bû. Berê zayînê 2000 salî de ji bakur û ji rojhilatê hatibûn Yewnanistanê.Li Yewnanistanê gelek keyaniyan avakirin. Çaxê Şerê Troyayê keyê Akayan Agamemnon heman demê keyê Mîkenê bû. Birayê wê biçûk Menelaos jî keyê Spartayê bû.

Li ser vazoyekî Helenê û Menelaos
 Gotara bingehîn: Odîseûs

Odîseûs li wêje û mîtolojiya yewnanî de cihekî girîng digre. Keyê Îtakêyê ye. Destana Îlyada û Odîseya bi çavê we tê qese kirin. Odîseûs mêrê Pênelopê û bavê Têlemaxos e.

Nedixwest ku tevlî Şerê Troya'yê be. Ji ber wê texlîtên dîna kir. Piştî vê yekê bi xeletî kurê xwe kuşt. Pir poşman bû û eşkere kir hişê wî ci ye. Paşê beşdar bû hezên Agamemnon , çu Îlîayê. Vê şerê da rolekê pir giring lîst. Piştî şer belayê pir mezin têne serî wî.

 Gotara bingehîn: Axîleûs

Kesên ku dinav destana Îlyadayê herî girîng ew e. Kurê Pêleûs û Têtîs e. Têtîs jî di mîtolojiya yewnanî de xwedawenda behrê ye. Axîleûs li hespmêr (sentor) an hatîye mezinkirin û perwerdekirin. Ji ber wê gelek bihêz û egît bû. Emrê wê kêm lê navdarîya wê gelek bû. Ji bo navdarîyê beşdar dibe şerê Troyayê. Diya wê Têtîs wê pê avê pîroz dike. Tê bawerkirin ku kesên pê avê tên pîrozkirin wan kesan şûr nabire û tîr lê nakeve. Lê pehniyê lingên wê vala dimîne û nayê pîrozkirin. Bi dawiya şerê ji pehniyê lingên xwe tê kuştin. Cihên Axîleûs tê kuştin niha di tenduristiyê da navê Tendoma Axîlêûs tê zanîn. Navbera Axîlêûs û key Agamemnon piranî ne baş bu. Ew rewş pirsgirekên mezin derxiste holê.

Şerê Troyayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keştiyên Akayan ku beşdarî şer bibin cara ewil li Aulisê kom bûn.[2] Lê bayekî ji bo keştiyan rê ve bibe çênebû. Ji ber vê yekê key Agamemnon neçar ma ku keça xwe Îfîgenia qurbaniya xwedawend Artemîsê kir. Piştî wê bayekî kêrhatî çêbû keştî dest bi rê kirin.

Hezaran zêdetir keştîyên Akayan ji deryaya egeyî tên û derdikevin deşta Îlîayê û şer destpê dike. Şer hin caran nêzîkê bajarê Troyayê , hin caran nêzîkê keştîyên Akayîyan didome. 9 sal ji destpêka şer dibore.

Menelaos û Parîs ji bo Helenê derdikevin qada şer. Kî serbikeve tu ew bibe xwediyê Helen'ê. Menelaos dikarte Parîsê û dixwaze wê bikuje.Lê Xwedawend Afrodîtê nahêle Parîsê ji destê Menelaos rizgar dike. Şerekî mezin destpê dike. Du hêz jî bi hezaran qurbanî dide.

Ji bo ganîmetan ixtîlafek dikeve navbeyna Şah Agamemnon û Fermandar Axîlêûs'ê. Axîlêûs vedigere keştîyê xwe û ji şer derdikeve. Ev ji bo Akayîyan pirsgirêkên mezin derdixîne holê û moralên leşkerên Akayî dikevin. Hevalê Axîlêûs'ê Patraklos cilên Axîlêûs'ê vedigere û beşdarî şer dibe. Leşker guman dikin ku Axîlêûs vegeriyaye û moralên wan zêde dibe. Dîsa nêzîkê surên bajarê Troyayê dibin. Fermandarê Troyayê , kurê key Prîamos, mîrzade Hektor Patraklosê dibîne guman dike ku ew Axîlêûs e. Derdikeve qadê û Patraklosê dikuje. Agahî diçe Axîlêûs.Ew diqehire û şevek şîna hevalê xwe Patraklosê digre. Sibê zû diçe li dîwana key Agamemnon , îxtîlafê diqedîne û dîsa beşdarê şer dibe. Axîlêûs dixwasta kujerên hevalê xwe , Hektorê bikuje. Hektor derdikeve qada şer , Egîdê Akayan û Egîdê Troyayê duşerk diken. Encamên vê şerê navdar de Axîlêûs serdikeve û Hektorê dikuje. Bedena Hektor girêdide parxêla xwe yên şer û bedenê kaş dike. Ew heqaretek mezin bû wê çaxê. Dibe şev, Keyê Troyayê Priamos tê te civata Axîlêûsê hêvîya jê dike û bedena kurê xwe ji Axîlêûsê distîne.

Paşî kes nikare vê şerê mezin serbikeve. Webayek nav leşkerên Akayîyan dikeve û hêdî hêdî dimirin. Akayî pê dihesin ku nikarin vê şerê serbikevin. Planan difikirin. Biryar diden ku plana Odîseûs biken û diken jî. Troyayiyeke bi navê Sînon ji gelê xwe re dibêje Akayî revîne û hespekî ji wan re ji bo dîyariyê hiştine.[3] Sibeyê leşkerên Troyayê têne kontrola dijmin.Tenê leşkerên mirî û hespek bi daran hati çêkirin dibînin. Ew hespên bi daran hatî çêkirin navê wê dibe Hespê Troyayê. Hesp di mîtolojiya yewnanî da sembola xwedawend Posîdon e. Ji ber vê Troyayî guman dikin ku dijmin çune û ji bo pîrozbahiyê wê hespê qurbana Xwedawend Posîdon kirine. Troyayî ji ber ku pîrozbahi bê te bajarên wan jî hespê kaş diken û dibin nava bajarê xwe. Lê rastî ne wisa bû. Çaxê Troyayî serxweş û nav xewê de nav hespê da Odîseûs, Axîleûs û leşkerên Akayiyan derdikevin û derîyên bajarê ji bo hêzên Akayiyan vediken û hêzên Akayî dikevin nav bajar. Bajarê talan û dagir diken.

Ketina Hespê Troyayî li Troyayê

Parîs pê tîrek tendoma aşîla Axîlêûsê dixe. Axîlêûs pê wê derbê dimire. Qetlîam çêdibe , pir kêm kes direve çîyayê Îdayê xwe ji vê komkujiyê xilas dike.

  1. ^ Myths and Legends of Ancient Grecee and Rome - E. M. Berens (rûpel 35-36)
  2. ^ (650) Works and Days (en)-Hêsîodos
  3. ^ (38) Troades - Seneca