Çerkez li Tirkiyeyê
Gelhe tevahî | |
---|---|
Tirkiye 2.000.000 - 3.000.000[1][2][3] | |
Ziman | |
Zimanê dayikê: tirkî, zimanên din: Zimanê adigeyî | |
Baweriya dînî | |
Îslam - sunîtî |
Çerkez li Tirkiyeyê (tirkî; Türkiye‘deki Çerkezler; Çerkezên Rojhilatî û Çerkeziya Rojava : Тыркуем ис Адыгэхэр, Tırkuyem yis Adıgəxər) komekî etnîkî yê çerkezin ku li Tirkiyeyê ji dayik bûne yan jî li Tirkiyeyê dijîn ku bi eslê xwe çerkezin. Çerkez Tirkîyeyê yek ji mezintirîn hindikahiyên etnîkî yên Tirkiye ne ku hejmara nifûsa wan ji nêzikê sê milyonane.[4]
Çerkez miletekî Qefqasî e û her çend çerkezên li Tirkiyeyê heta radeyekê asîmîle bûne jî, beşek ji dîasporayê bi zimanên xwe yên zikmakî çerkezî diaxivin ku hîna jî li gelek gundên çerkezan tê axaftin û koma ku zimanê xwe herî baş parastiye ev in.[5] Di sedsala 21an de bi geşbûna neteweperestiya Çerkez re, Çerkez li Tirkiye bi taybetî jî ciwan dest bi xwendin û hînbûna zimanê xwe kirin. Çerkezên li Tirkiye bi piranî misilman in. Komela herî mezin ya Çerkez li Tirkiyeyê e,[6] KAFFED, endamê damezrîner ê Komeleya Çerkezên Navneteweyî (ICA) bû,[7] heta ku di sala 2022 de ji ber "ICA wekî rêxistineke kuçik a Rûsyayê tevdigere" derket.[8]
Komên etnîkî yên ji nêz ve girêdayî Ebxaz (10,000)[9] û Osetî (39,000)[10] jî gelek caran di nav wan de têne hesibandin. Peyva "Çerkez" berê di dawiya salên 1800an de li Împaratoriya Osmanî ji bo hemû gelên Bakurê Kafkasyayê hate bikar anîn.
Kesên Navdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ebdulhemîd II (diya wî), padîşahê ya 34em ê Împeratoriya Osmanî bû.
- Mehmed VI (diya wî), Sultanê 36em û dawî yê Împaratoriya Osmanî bû
- Yakub Cemîl, leşkerekî Osmanî
- Qerandiqo Berzeg, fermandarekî leşkerî yê Çerkez bû ku ji sala 1860 heta 1864 wekî serokê 6emîn ê Konfederasyona Çerkez kar kiriye
- Çerkez Ethem, fermanderekî ya mezîn dema Şerê Rizgariya Tirkiyeyê de
- Deniz Baykal, siyasetmedarekî Tirkiyê ye û serokê CHPê yê berê ye
- Ahmet Nejdet Sezer, siyasetmedar û serkomarê dehê yê Komara Tirkiyê bû
- Özdemir Erdoğan (bavê wî), stranbêj
- Hadise (diya wê), stranbêjekî belçîkî û tirk
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Ali Tayyar Önder Türkiye'nin etnik yapısı: Halkımızın kökenleri ve gerçekler Kripto Kitaplar ISBN=978-605-4125-03-6
- ^ http://unpan1.un.org/intradoc/groups/public/documents/UNTC/UNPAN014972.pdf Pan-Albanism: How Big A Threat To Balkan Stability? 21 Ocak 2007 https://web.archive.org/web/20070209220921/http://unpan1.un.org/intradoc/groups/public/documents/UNTC/UNPAN014972.pdf 9 Şubat 2007
- ^ http://www.ethnologue.com/show_country.asp?name=TRE Languages of Turkey 21 Ocak 2007 https://web.archive.org/web/20071224143140/http://www.ethnologue.com/show_country.asp? TRE 24 Aralık 2007
- ^ Bernard Lewis. The Emergence of Modern Turkey. r. 94.
- ^ Papşu, Murat (2003). Çerkes dillerine genel bir bakış Kafkasya ve Türkiye Girêdana arşîvê 10 hezîran 2013 li ser Wayback Machine.
- ^ Адыгэхэм я щыгъуэ-щIэж махуэм къызэрагъэпэща пэкIур Тыркум гулъытэншэу къыщагъэнакъым Girêdana arşîvê 2013-04-17 li ser Archive.today. 2012-06-09 (Çerkesçe)
- ^ "Kafkas Dernekleri Federasyonu İlkeleri". Ji orîjînalê di 15 adar 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 nîsan 2013.
- ^ "Ülkü Menşure Solak - DÇB'nin hayaleti". dikGAZETE.com - Son Dakika Haberler (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2022.
- ^ "Ethnologue: Abasinen". Ethnologue. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2014.
- ^ "Ethnologue: Abchasen". Ethnologue. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2014.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |