A
- Agir berda konê xwe da zomê
- Agirê kuçikê timî germ e dereng sar dibe
- Agir pêkeve bîhna pîso jê nayê
- Agir xweş e lê xwelî jî jê çêdibe
- Agir bi rihê yekî ketibû, yekê jî digo ez firîgê xwe li ber biqelînim
- Adetên bav û bapîran, kerik xweştirin ji hêjîran
- Afirê gamêşan bû warê qelse mêşan
- Alîkî şîn e, alîkî dawete
- An bike nelerize, an neke nelerize
- Aqilê giran mû kere
- Aqilê sivik barê giran
- Ap biraziya, xal xwarziya ra dike
- Arvanê salê bi salêra diçe
- Aş çûye li pey çeq çeqê ketiye
- Aş digere bi avê, law dike karê bavê
- Aşê dîna bê av digere
- Av ronahiye, ji avê metirse
- Av nafetile ba di cîkî da nasekine
- Av zane di bin wê da çi heye
- Ava golan bê tevger e
- Av di golande genî dibehi
- Ava hêdî hêdî me ecêb jê dî
- Ava xurtan serhevraz e
- Avê bi xwe ji kanî esîla, ne ji mesîla
- Ava bin kayê ye
- Ava bîrê bi bîrê tehl e
- Avabûna malan di destê jinên çê dane
- Ava çeman xuş e xuş e koçer nabên dewê min tirş e
- Ava xwestî nakeve hestî
- Ava miriyan nerêje nava deriyan
- Ava rijiyayî nayê berhev kirin
- Avê ku da ser serî çi buhustek çi du buhust
- Avahî nabe bê asas mirov bi rojî û limêj nabe xilas
- Avbûna gundan ji berahiya riyan ve kivş e
- Avê qûna
- Axa bi xulam e, xulam bi olam e
- Axa bi deh gundên xwe ve bawer dike Keyxosrew e
- Axa li kêfê ye xulam li ber zikrêye
- Axê amîna namîne li ser zaliman
- Axa ji xulam ra got , xulam ji se ra got, se jî ji dêliya xwe re got
- Axa rêyan tev dizane lê rêya qenciyên gel nizane
- Axa tep davêjin, defterên kevn vedikin
- Awa awa latkî, awa awa tebabkî
- Azadî firehiya cîhanê ye
- Azadiyê bêhtir tiştek giran buha nîn e
- Azaya bi tirs bila qet tunebe
- Agir pêkeve bi xwe nahese
B
- Ser ban qul e, bin ban şil e
- Bav çi seg be, wê law jî ew seg be
- Bav ji bajêr tê, law jê re qise dike
- Bav hersim dixwo, diranê law diseqînin
- Bav ku pak bûya, ev zûriyet bi dû nediket
- Bayê gurgurî weke jina virvirî
- Bazar xweş e li bênderê, ne li zeviyê
- Bar min naêşîne, bin bar min dêşîne
- Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e
- Barana havînê şilkir binê kulînê
- Barê ketiyan kes ranake
- Barê serê bê aqil, ling dişkînin
- Behsa gur dikin gur hazir in
- Beq çiqwas kok dibe, qûn ewqas lê qalind dibe
- Berxê xelkê ji meriv re nabin beran
- Berxê nêr li ber du makaye
- Berxê nêr ji bona kêr
- Berxê têr şîr nexwar, bi kavirtî têr naçêre
- Berkêş bi mêvana geş ?
- Berfa hûr e, dawî dûr e
- Ber bi mino ha ji xwe tino
- Berya sicûrê xwe davê tenûrê
- Bextê çil ro çile, tajiyê tûle û hespê qule tuneye
- Behr bi devê se pîs nabe
- Berxê çê li ber kozê kivse
- Berx heta hetayî bin selikêde nabe
- Belga darê dar dixemilîne
- Bedewê çav kilkir dilê xortan kul kir
- Berdana jinê edeta dinê
- Beranê bisko bûya wê li nav pezê bavo bûya
- Berê biedilîne paşê bi xemlîne
- Beledê malê ne biyan e, kesê gund e
- Beg timî xwînxwar in
- Berf diçe erd dimîne
- Berxa ku xwedê xweyî kir, guran nekuşt
- Berxê sêwî beran jê dernayê
- Berx û gurên tirkan bi hev re diçêrin
- Berxên pir, ji mihên pir in
- Betalî xirab malî
- Bextê feqîra hebûya, gîsnê wan di axa nermda nedişkiya
- Bextê reş mirovan dike nexweş
- Beza hespê namûsa siwar e
- Beza mirîskê heta kadînêye
- Beza pisîkê heta ber kulfikê
- Bi fisan çarşef boya nabe
- Bide xwe bîr, bêje wek jîr ?
- Bistîne kalan bixwe malan, tu çi dikî bi xortê kundir valan
- Bipêje hê birêje
- Binê malê heram mûye, serê wî çiyaye
- Bila bixwenda paşê bigota
- Bila jê bihata bila pêşî serê min bişkandana
- Bila bizê nêr û mê ferq nîn e
- Bila lawik şane be, bila maaş qet tune be
- Bira ancax hewara bira da tê
- Bitirse ji germa germ û mirovê nerm
- Bi xêra seriya dixwe keriya
- Bila diz hebin, şevereş gelek in
- Bila ker ji mirov bibe, mirov ji kerê nebe
- Bizina kol hînê danûya bibe, fetha wî nabe
- Bizina belek, şivanê kulek, êvarê bihev re tên guhara teng
- Bindest û ser dest, nabin yek dest ?
- Birîna xeberan ji birîna şûr xiravtir e
- Biratî bi baran, hîsab bi mîsqalan
- Bi destê xwe mala xwe xirav kir
- Bixwe mîna mêran, rabe mîna şêran
- Birîna bi xwe nexwure rehet nabe
- Bi lav lavê mirov ji ber jina xwe nare der
- Bibe mal avakirî, nebe mal xerakirî Bi benê xelkê nekeve bîrê --- dişibe gotina tirkan
- Biçûk li cihê xwe, mezin li cihê xwe
- Biçûk biçûktî, mezin mezintî
- Biçûkê malê, kûçikê malê
- Biçûkê salê, gula malê
- Bide netirse, bixwaze, bistîne şerm neke
- Biçûk ku ligora mezina nekevin, wê lingê wan timî li keviran bikevin
- Bi darê zorê tu tişt nayê pêş
- Bi derziyê bîr nayê kolan
- Bi dest bike, bi dev bixwe
- Bi derziyê neçe ser şûjinê
- Bi destê namerda neçe, bila av te bibe
- Bi dilê mezina bizewice, bi dilê biçûka hez bike
- Bi ewtîna seyan, ji rê namîne karwan
- Kucik diewtin karwan diborin
- Bi kulmê neçe ser dirêşê
- Bilbil bi dengê xwe, mêrxas bi cenga xwe
- Bila bextê mirov hebe bila çavek mirov tunebe
- Bi nermî mar ji qulê tê der
- Bi nanekî mirov nabe nandar
- Bila mêr bi destê mêran bêne kuştin, ne bi destê qelse mêran
- Bi îlmê mele bike, bi emelê mele neke
- Bi mine minê, mirov xelas nabe ji jinê
- Bi pirse ji kalê zemana, û xortê geriyayî
- Bixebite heta xwîn di ber neynûgê te re bavêje
- Bila rûyê mirov bêşê, zikê mirov nêşê
- Bira xêra bira bixwesta, jina bira mar nedikir
- Bîhna kiz, tê ji mala diz
- Bigre û here, li paş xwe nenêre
- Bihur bi dînan sax nabe
- Bi qîzanî mîr bû, bi jinanî pîr bû
- Bêwan binê gund û keça rind çavê herkesî lêye
- Bê dev xeber nayên tev
- Bêjin lal e nebêjin teral e
- Bêje min hevalê xwe, ez bêjim tu kîyî --- dişibe gotina tirkan
- Bê zanîn dijî ulmêye
- Bêndera ku çêlek li ser bigere ew çi bênder e
- Bê derpê bigere, stûyê xwe li ber zaliman xwar neke
- Bêndera bê xweyî ji mirov re nabe bênder
- Bêndera dereng nabe xwirê xweyî
- Bê emrê xwedan pel ji darê naweşe
- Bê serwerî girara pira nakele
- Bê şêx û pîr neçe dîwana mîr, ku nekevî halê feqîr
- Boxê ku quloçê xwe li diwara bixe, wê rojek quloçê wî bişkê
- Bihar hat rakirin, payiz hat dakirin
- Bihar û havînê rez, zivistanê jî pez
- Biharê xwe têr neke, payizê xwe derengî nexe
- Bû xwê ket agir
- Bûka xalê delaliya malê
- Bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkêye
- Bûk bi dilê zavê ye çi pilepila melê ye
C
- Cam dibe kitan dew dibe derman
- Caran werin ber caran bi kerê werin ber bara
- Cehşik mezin be jî dîsa ker e
- Cejna salê bi salê ra dibûhure
- Cêrê nû avî sar e
- Ceribandin ji neceribandinê çêtire
- Cewrên seyê dir timî dir in
- Cihê bilind, ji mirovê nivz çêtire
- Cihê pakî hebe, xerabî çiye
- Cihê şêra rovî lê dikin gêra
- Cîh heye rev ji mêraniyê çêtire
- Cîranê xerab bihêle, diranê êşyayî bikşîne
- Cîranê pak ji birayê nepak çêtire
- Cota bira neçin guran
- Çav ji çavan şerm dike bertîl keviran nerm dike
- Çavê kor tune lê bextê kor heye
- Çavê tirsonek singê sipî nabîne
- Çend çiya hene yê Kurdane
- Çem ji kaniyan çêdibe
- Çi bêjî jî li bejna siwarê min tê
- Çilê reş debarê diqedîne li gayê beş
- Çiqas sax bimînî, ewqas ecêban dibînî
- Çiqas bibî mîr xwe neke ji bîr
- Çi tê serê quling, ji qarîna quling e
- Çiya çiqas bilind be wê rê pêkeve
- Çiyayê bilind bê berf û bê rê nabin
- Çiyayê bê gul weke mirovê bê dil
- Çiya hewceyê çiyane
- Çivîkek girtî ji qazek çolê çêtire
- Çêlekek rêxotî garanê dilewitîne
- Çêlekek bi şîr, ji deh mihên bê şîr çêtire
- Çêre çiqwas nerm bibe di bin kevirda nasekine
- Çû ber tira golikan
- Çûçik li ser garisên feqîran datîne
- Çav ji Çavan şerm dike
- Çiya bi ser hevre hene
- Çavên birçî tucar têr nabin
- Çav nînin şurin
- Çem bê bihur nabin
- Çû şamê hat dîsa kerê berê
D
- Dar bi tûye, lê xwedî tûleye ?
- Dasek nikare bi dehlek
- Dawet tune li kefçiyan digere
- Daweta mîran agirê feqîran
- Daweta duduyan cenge cola hemûyan
- Delîlê baranê baye, delîlê mirinê taye
- Dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin
- Dermanê xwestinê dahane
- Derba evda asasê kilsêye xera nabe
- Derziya xwe di serê xwe ra kir
- Dest hilanîn fereca xêrêye
- Devî hebe wê bibe dar, xwelî li serê bê war
- Dewê buhara bide neyara
- Dema ker bikeve heriyê, ji xwedî zeximtir kes tune
- Devê wan li gebola wan
- Devê pisîngê negîşt goşt, go min xêra dêw bavê hîşt
- Deriyê gomê vebeberx ber bi mêşinê, kar ber bi bizinê dere
- Dewar bi bennan, mirov bi sozan tên girêdan
- Dema seg bezî gur, gur mir
- Derê xwe rind kilît ke, cîranê xwe diz dernexe
- Dewsa şûra rehet dibe, dewsa gotina rehet nabe
- Deve nal kirin, rovî çû go:pe pe
- Dema bextewerî nebe dost, feyde nake gera bost bi bosr
- Derê jina xera nekirye hîna avaye
- Derew sêwiye
- Dew li aşiqa nayê
- Dewet ferihî, berbûrî hedikîn
- Deve û gur e
- Destê wî rast naçe paxila wî
- Devo
- Destê te ne destê mêrkujaye
- Dibê koro bide malê min, dibê nehê mala min
- Dibê deve çima stûyê te xwar e, dibê çiyê min li kar e
- Dibê kûsî tu çima pîsî dibê li eniya min nîvîsî
- Dijminê bavê nabe dostê lawê
- Dijminê dijminê mirov dostê mirov e
- Dil heye taqet tuneye
- Diran bi êş, derman kêş
- Direw li biyaniyê, pesn li pîrîyê
- Dibê te dinya çawa dî, dibêli gorî dilê xwe
- Digerî li dewleta lez, xweyî ke rez û pez
- Dînok di şîn û şahiyan de kifş dibin
- Dilê xezeb mirov nagihijîne mexsed û miradan
- Dinya dem e, gav petêxe gav lem e
- Dinê li dinê çavê gur li bizinê
- Dîwaro ji te re dibêm, bûkê tu fêm bike
- Dibê dewlemendo pîroz be, feqîro te ji ku anî
- Dixwo gebola zerî, diçe devê derî
- Dibê kundo mirî pir in an zindî, dibê zindîkî zêdeye ew jî di bin emrê jinê deye
- Dil neke jina bi mêr, diçe mal dike ji bîr
- Dilê fireh pîr nabe
- Dinya bûye kes, tu kes negotiye bes
- Dil miqabilê dil e
- Dizê malê ji malê be, ga di kulekê re derdikeve
- Dil ku fireh be rê jê re gelek in
- Dil li ser dil e, jê re nîn e tu derd û kul e
- Dil wek şûşêye zû dişkê, lê dereng diceribe
- Dirika xwe bi destê min dernexe
- Diyarî qesp in, şûn diyarî hesp in
- Diya zavê lotik davê, diya bûkê kûke kûke
- Dîz ji beroşê re dibê wêde here rû teniyê
- Dîzikê go ez rind im, heskê go di te de digerim
- Dostê bi xêr ji birayê bêxêr çêtire
- Don nekî çirê çire rohnî nade
- Du parên xizaniyê nezaniye
- Dûma her tiştî heye, dûma zilmê tuneye
- Dûr here dirist here
E
- Ebed û ebedî, her tişt dere li xwedî
- Emerê çelengdar, xulamî kir ji hakim re sî û sê sal, tu car ji mêrê hakim nekir bawer û îhtîbar
- Ez dengek pir tehl dibîzim, gelo tu dizanî çi deng e
- Erdek hişk ezmanek bilind
- Ê ku go kir mêr e, ê ku go û nekir nemêr e ê ku nego û kir şêr e
- Emrê ku çû nede dû
- Eger hinek mirov ker nebin , wê qîmeta kera zêde bûna
- Erd birinc be jî, av rûn be jî, ku xwedî tunebe zû diqede
- Erdê neyara bi buhurtaye
- Erê erêye, na naye, erêna belaye
- Ewê dîzikê çêke, wê çemil jî pêxe
- Ecel ku bê nade mecal
- Eşqa dizan şevereş in
- Ew riya te berê xwe dayê ez jê hatime
- Ew kare mirov tî bibe ser avê, tî bîne
- Em çûn mala fatê fatê çû civatê
- Ez hêdî diçim bela digihîje min, zû diçim ez digîjim belayê
- Ez cehşika pê çi dikim
|