Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. Divê ev gotar bi bingeha çavkaniyên heyî were berfirehkirin. Heke tu bixwazî binivîsî, "biguhêre" bitikîne.(gulan 2024)
Wessex (bilêvkirina îngilîzî: [ˈwɛsɪks], înglîziya kevn: Westseaxna rīce [westsæɑksnɑ riːt͡ʃe] ("Keyaniya Saksonên Rojava"), keyaniyeke anglosaksonan e ku di rojavayê başûr a Înglistanê de, sala 519an heta yekbûna keyaniyên Înglistanê (ji aliyê Æthelstan ve) sala 927î hebûna xwe domandiye.
Gelê anglosakson bawer dikin ku Wessex ji aliyê Cedric û Cynric ve hatiye avakirin. Dibe ku ev efsane be jî, du heb çavkaniyên sereke yên dîroka Wessexê hene: Bûyernameya Anglosaksonan û lîsteya text rûniştinê ya babikî ya saksonên rojava ku hin caran konflîkt in. Wessex piştî tafîrkirina Cenwalh û berfirehkirina ku di bin serweriya wî de bû keyaniyeke xiristiyan. Cædwalla paşê keyaniyên Sussexê, Kentê û Girava Wightê fetih kir. Cîgirê wî, Ine, yek ji kevintirîn koda qanûnên îngilîzan damezirand û li Wessexê duyemîn metraniya Wessexê ava kir. Paşê text kete destê keyên ku binemalên wan nenas in.