Here naverokê

Kanada

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Keneda hat beralîkirin)
Canada
Kanada
Ala Kanadayê Nîşana Kanadayê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: A Mari Usque Ad Mare
Sirûda netewî: O Canada
Kanada li Amerîkaya Bakur
Kanada li Amerîkaya Bakur
Zimanên fermî Înglîzî, fransî


Paytext Ottawa
45°24′Bk 75°41′Ra / 45.400°Bk 75.683°Ra / 45.400; -75.683
Bajarê mezin Toronto
Sîstema siyasî Keyaniya makezagonî
 - Keybanû
 - Serekwezîr
Charles III
Mary Simon
Justin Trudeau
Rûerd
 - Giştî

9.984.670 km2
Gelhe
 - Giştî (2016)
 - Berbelavî

35.151.728 kes
3,5 kes/km2
Serxwebûn 11ê kanûna pêşîn a 1931


Dem Ji UTC−3:30 heta UTC−8
Nîşana înternetê .ca
Koda telefonê +1

Kanada yan Keneda (bi inglîzî û fransî Canada) welatekî federal e li Amerîkaya Bakur. Kanada bi axa xwe ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Lê gelheya wê tenê nêzî 30 milyon e. Kanada li bakur digihîje Okyanûsa Arktîk, li başûr Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li rojhilat Okyanûsa Atlantîk û Grînlenda, li rojava jî Okyanûsa Mezin û Alaska. Paytexta Kanadayê Ottawa ye lê bajarê herî navdar û mezin Toronto ye.

Navê Kanada dibe ku ji peyva kanata hatibe, ev peyv bi zimanê îrokêzên Saint-Lawrence tê wateya gund yan wargeh. Sala 1535 gava xelkên vê herêmê riya diçe gundê Stadacona pêşkêşî kaşîfkerê frensî Jacques Cartier kir, wî navê Kanada ne li wî gundî tenê lêbelê herêma ku di bin destê serokê eşîra gundê Stadacona de bû jî lê kir. Ji sala 1545an pê ve di pirtûk û nexşan de herêm bû Kanada. Jacques Cartier navê Çemê Saint-Lawrence kir Rivière de Canada, ev nav heta destpêka sedsala 17an de dihat bikaranîn. Lêkolîner û baziganên kurka koçî başûr û rojava dikirin, wilo herêma bi navê Kanada mezintir dibû. Di destpêka sedsala 18an de navê hemû Rojavaya Navîn û Louisiana bû Kanada.

Firehbûn û sînor

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi rûberekî 9.984.670 km² Kanada piştî Rûsya dûyemîn dûgela herî mezin di dinyayê de ye û hema digihîje mezinbûna Ewropayê. 41% ji Amerîkaya Bakur ji Kanada pêk tê. Bi sînorên li ser erdê hew li rojava û başûr digihîje DYAyê wekî din derdora wê deryaye. Cîranekî din Grînlenda ye ku Tengava Kennedy ye bi firehbûna 30 kîlometre dikeve navbera wê û girava herî bakur li Kanadayê Ellesmere. Ji xeyrî wê giravên Saint-Pierre û Miquelon (ku beşek ji Fransayê ne) dikevin başûrê Fondlenda Nû. Ji bakur Kap Colombia li ser girava Ellesmere heta başûr Middle Island li Gola Erie 4.634 kîlometre hene. Ji rojhilat Cape Spear li ser Fondlenda Nû heta rojava sînorê Devera Yukon bi Alaskayê ve 5.514 kîlometre hene. Tevahiya dirêjbûna sînorê di navbera Kanada bi DYAyê 8.890 kîlometre dike. Berava Kanadayê 243.042 kîlometre dike û dibe dûgela ku berava wê ya herî dirêj di dinyayê de ye.

Girava herî mezin Girava Buffinê ye ku dikeve bakur-rojhilatê vî welatî û bi rûbera xwe ya 507.451 km² dibe pêncemîn girava herî mezin di dinyayê de. 9.093.507 km² ji Kanada erd in û 891.163 km² av in. Li Kanadayê şeş navçeyên demjimêrî hene.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]