Gola Ûrmiyeyê, Gola Ûrmiyê yan jî Deryaçeya Ûrmiyê, goleke xwê ya îndorhek (gola qada dorpêçkirî) e ku dikeve aliyê rojhilata bajarê Ûrmiyê ya Rojhilata Kurdistanê. Gola Ûrmiyê di navbera erdê herêma Rojhilata Kurdistanê û Îranê de ye ku beşek ji rojavayê golê di nav erdnîgariya Rojhilata Kurdistanê de ye. Gola Ûrmiyê di asta xwe ya herî mezin de gola herî mezin a Rojhilata Navîn û şeşemîn mezintirîn gola ava şor a mezinê cihanê ye. Ruava Gola Ûrmiye nêzîkê 5.200 km² ye. Dirêjahiya golê 140 kîlomêtre û firehiya golê jî 55 kîlomêtre ye. Asta herî kûr a Gola Ûrmiye 16e mêtre ye. Gola Ûrmiye di dawiya sala 2017an de ji ber hişkesaliya giştî ya domdarê li Rojhilata Kurdistanê û li Îranê, ji 10% ji mezinahiya xwe ya berê (û 1/60 ji qebareya avê di sala 1998 de) winda dike. Hişkesaliya ku dibe sedema ziwabûna golê di sala 2019an de şikestiye û Gola Ûrmiye careke din dîsa ava xwe dagirtiye. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1991 – Peymana agirbestê pêkhat û şerê Kendavê bi fermî bi dawî bû. Di heman dîrokê de bi qaşo armanca pêşîgirtina êrîşên Iraqê yên li ser kurdan li hêlîpana 36em "Herêma Ewlekar" hate îlankirin, lê belê dema ku xelkê kurd ber bi rizgarkirina bajarên Kerkûk û Mûsilê ve çûn, qedexeya ji bo balafiran hate rakirin.