Koçberiya kurdan yan jî koçberkirina kurdan koçberkirin an guhertineke demografîk a sîstematîk e ku ji bo guhertinên demografîk û ji bo valakirina Kurdistanê ji aliyê dewletên serwer ve li ser beşên Kurdistanê pêk hatiye. Koçberî di dîrokên cihêreng de hatiye pêkanîn ku di encamê de bûye sedem ku bi sedhezaran kurd ji herêmên Kurdistanê koç bibin. Koçkirina kurdan beriya perçebûna Kurdistanê despêkiriye û piştî perçebûna Kurdistanê ji aliyê dewletên ku li ser axa Kurdistanê hatine damezirandin koçkirina kurdan hatiye berdewam kirin. Koçberiyên girseyî di sedsala 21ê de despêkiriye ku koçberkirin bi polîtîkayên zextan, qedexekirinên çandî û zimanî û bi guhertinên demografîk a sîstematîk ji aliyê dewletan ve hatiye berdewam kirin. Heman koçberî heya roja îro berdewam dike ku gelek kurd ji herêmên Kurdistanê ber bi welatên derve ve û ber bi bajarên din ên navxweyî ve koç dibin. Koçberiya herî zêde li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye ku tê texmînkirin nêzîkî 10 milyon kurdên Bakurê Kurdistanê li deverên din ên Tirkiyeyê, welatên ewropî û li welatên din ên cihanê dijîn. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1917 – Di encama têkoşîna şoreşê de ku bi grevan dest pê kir û gihişt heta serhildanan, hikûmeta Rûsyayê ya Çar hate hilweşandin. Rêveberiya Sovyetê û Komîteya Dumayê li hev hatin û hikûmeta demkî ava kirin.